Jinên Minbicê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin armanc, amadebûna xwe ji bo bersivdayîna her êrîşekê anîn ziman.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê Ibtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku jin çavkaniya hêz û berxwedanê ye û wiha got:
“Jin îro li aliyekî rastî êrîşên dagirkeriyê tên û ruhekî bilind didin civakê û şervanên li eniyê û li rex wan ji bo parastina xak û gelê xwe şer dikin.”
Welatiya bi navê Zehra El Umer jî ya ji Minbicê bal kişand ser dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û wiha anî ziman:
“Em bi hêzên xwe yên leşkerî re mil bi mil disekinin û amade ne parastina xaka xwe bikin.”
Welatiya bi navê Şemse Berkel jî da zanîn ku jin hêza piştgiriya civakê û çirûska berxwedanê di qadên şer de ye.
Herî dawî welatiya bi navê Fatma Mensûr jî diyar kir ku li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ew bi israr in.