Bi hatina demsala zivistanê re dorpêça hikmeta Şamê ya li ser Şehbayê rewş girantir bûye.
Di encamê de jî jiyana zarokan di xeteriyê de ye û pêwistiya wan bi dermanan heye.
Hikumeta Şamê Nahêle derman, madeyên bingehîn, mazot derbasî herêmê bibin.
Nexweşxaneya tekane ya li herêmê Avrîn, ji 25’ê Mijdarê ve bi defetên kêm dixebite û tenê rewşên awarte pêşwazî dike.
Kadroyên beşa zarokan a nexweşxaneyê got:
“Ji ber dorpêça hukmeta Şamê ya li ser Şehbayê jiyana zarokan di rewşa herî zehmet de ye û destnîşan kirin ku her 24 saetan pêwîstiya zarokan bi derman û nebulîzeran heye.”
Her wiha eşkere kir ku nexweşiyên zikçûn û bronşît belav in û pêwîstiya zarokan bi dermankirinê heye.
Hin dayîkên zarokên nexweş ku nexwestin navên xwe eşkera bikin, diyar kirin ku ji ber bronşîtê zarokên wan ev 10 roj in li nexweşxaneyê ne û pêwîstiya wan bi dermankirinê û nebulîzeran heye.
Dayîkan dan zanîn ku eger kehrebe hebûya, wan dikarî zarokên xwe li mal derman bikirina.
Li Şehba ji ber dorpêça hikumeta Şamê zarokekê jiyana xwe ji dest da