Yekitiya Dermansazan ji bo kêmkirina buhaya derman li çareseriyê digere

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê buhayê dermanan ji sedî 70 bilind kir, vê buhabûnê bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Yekitiya Dermansazan jî ji bo kêmkirina buhayê dermanan li çareseriyê digere.

Derbarê bandora buhabûna derman li herêmê de Hevserokê Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulselam Mehmûd axivî.

Ebdulselam Mehmûd diyar kir ku diviyabû hikumeta Şamê beriya bilindkirina buhayê dermanan lêkolînên baş kiriba û wiha got:

“Hikumeta Şamê dikarîbû bi rêya alîkariyên derve re xwedî li gel derkeve.

Lê ev delîlê binketina hikumeta Şamê ye.

Ji bo derbasbûna dermana ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla hikumeta Şamê ve ji sedî 28 bac tê standin.

Ew bac nirxê derman li cem me zêdetir dike.

Em ji bo pêkanîna çareseriyên ku dê rolê di erzankirina dermana li herêmê bilîze, digerin.

Di rojên pêş dê rûniştinên me bi Rêveberiya Xweser re hebin, pêşinyarên me mîna vekirina xeteke berhemdayînên ji bo derman û ji bo xwetêrkirinê jî zêdekirina kargehan hene.”

Hikumeta Şamê bihaya dermanan sedî 100 bilind kir

Back to top button