Li seranserê cîhanê pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin

Pêngava ji bo azadiya Rêber Apo li seranserî cîhanê didome.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dostên Kurdan li gelek navendên cîhanê, bi boneya 10’ê Kanûnê “Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan” çalakiyên cuda li dar xistin.
Di çalakiyan de beşên ji pirtûkên Rêberê Apo hatin xwendin û peyama “Mifteya wekhevî, azadî û aştiyê Abdullah Ocalan e ” hat dayîn.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dostên Kurdan li 160 navendên cîhanê, bi boneya 10’ê Kanûnê “Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan” çalakiyên cuda li dar xistin.

Li bajarên Londra yê Îngilistanê û bajarê Cork ê Îrlandayê pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin.

Di çalakiyan de beşên ji pirtûkên “Berxwedana Çandan”, “Sosyolojiya Azadiyê”, “Şaristaniya Kapîtalîst” û “Azadiya Jinê” hatin xwendin.

“Wê tecrîd bê şikandin û Rêber Apo azad bibe”

Rêveberê Navenda Civaka Kurd a Londonê (KCC) ê Îshak Mîlanî diyar kir ku fikir û ramanên Rêberê Apo li hemû cîhanê bandorek mezin çêkiriye û wiha got:

“Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên cîhanê li ser fikrên Rêber Apo yên azadî, wekhevî û demokrasiya radîkal diaxivin, lêkolîn dikin, dixwînin parve dikin û her yek dibe manîfestoyek.

Wê tecrîd bê şikandin û Rêber Apo azad bibe.”

Li gelek welatên Ewropayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin

Bi heman boneyê li gelek navendan di serî de li Almanya, Fransa û Îtalyayê çalakî hatin lidarxistin.

Li Îtalyayê beşên ji parêznameyên Rêber Apo hatin xwendin û fikrên wî hatin nîqaşkirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.

Li bajarê Hildesheîmê jî beşên ji pirtûkên Rêberê Apo bi Almanî û Kurdî hatin xwendin.

Li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê jî derbarê berhemên Rêberê Apo de panel hat lidarxistin.

Li Berlînê jî hat diyarkirin ku wê êdî çalakiyên bi vî rengî her meh bêne lidarxistin.

Li Parîsê jî parêznameyên Rêberê Apo hatin xwendin.

Li bajarê Stockholm ê Swêdê Komîteya Rojava derbarê parêznameyên Rêber Apo ku li Swêdê bên çapkirin, agahî da.

“Azadiya Abdullah Ocalan wê xitimîna siyasî veke”

Back to top button