Di demsala payîzê de dîmenek ji xweşikbûna wertê

Erdnîgariya Kurdistanê gelek xweş e, taybet jî di demsala payîzê de bi gûherîna rengên pelên daran ve reng bi reng dibe hîn xweşiktir dibe.

Yek ji van deverên xweşik herêma Wertê ku girêdayî Silêmaniyê ye. Ev dever ji ber xweşikbûna xwe her demsal cihê geştûgûzariyê ye.

Taybet di demsala payîzê de ev dever ji ber atmosfera wî ji bi helbestvanan jî bûye cihê îlham û hilberînê jî.

Beşek helbestvan peyîzê dikin çavkaniya xwe ya nivîsa helbestan û beşek jî peyîzê weke werza şûmê pênase dikin û li dijî werza payîzê helbestan dinivîsin.

Payîz weke sembola îlhama helbestvan, reşnebîr û wêjevanan û evîndaran têkelî zivistana dijwar a Wertê dibe. Li vir berdewam xweşikbûna payîzê serdeste.

Back to top button