Endamên Koma Dostaniya Kurdan li Parlementoya Ewrûpayê, êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir. Û li şûna şer û êrişan, ji bo çareseriyê xwestin diyalog li gel PKK’ê were pêşxistin.
Siyasetvanên Ewrûpî li dijî êrişa dagirkeriya Tirk a li hemberî gerîllayên Kurdistanê nerazî ne.
Endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlementoya Ewrûpa bi vê armancê daxuyaniyek dan.
Daxuyanî bi îmzeya van parlementeran hat belavkirin:
Endamên Komê parlementerê Awusturyayî Andreas Schieder (Andrêyas Şîder) ê Fransî Francois Alfonsi (Franswa Alfonsî) û parlementerê Danmarkî Nikolaj Villumsen (Nîkola Vîlumsin)
Di daxuyaniyê de êrişa artêşa Tirk a 17’ê Nîsanê destpêkirî tê şermezarkirin û wiha tê gotin:
A artêşa Tirk dike, neheqiya li dijî gelê Kurd e. Dagirkerî ye.
Di wextekî de ku her kes li dijî êrişa Rûsyayê a li dijî Ukrayna radiweste, çima êrişên dewleta Tirk ji nedîtî ve tên.
Eşkere ye ku ji ber êrişa artêşa Tirk zerareke mezin li sivîlan dibe.
Armanc ji van êrişan ew e ku Tirkiyê ji nû ve dixwaze sînorên Peymana Lozan xêz bike.
Endamên Koma Dostaniya Kurdan, teqez kirin ku yekane rêya pêkanîna aştiyê, pêşxistina diyaloga li gel PKK’ê ye.



