“Bicihkirina PKK’ê di lîsteyê de “bêcezahiştina dewleta Tirk e.”

Li dijî xistina PKK’ê di ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ a Konseya Ewropayê, rûniştina dozeke din li Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê pêk hat. Parêzera PKK’ê a Hollandî Tamara Bûrûma, bi sedan bombebaran û êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan bi bîr xist û diyar kir ku PKK êrişî sivîlan nekiriye. Bûrûma got, “bicihkirina PKK’ê di lîsteyê de “bêcezahiştina dewleta Tirk e.”

Li Dîwana Edaletê ya Ewropayê li ser PKK’ê sê doz pêk tên.

Dîwanê lîsteyên navbera salên 2014 û 2017’an betal kiribû, Konseya Ewropayê jî li ber biryarê rabû bû.

Li dijî lîsteyên navbera salên 2018 û 2020’î jî PKK’ê doz dabû destpêkirin, dadgehê herdu doz kiribû yek.

Rûniştina destpêkê jî 31’ê Adarê pêk hatibû.

Bi heman hincetan PKK li lîsteyê careke din hate bicihkirin ku lîste şeş mehan carekê tê nûkirin.

Rûniştina doza li hemberî vê yekê Çarşemê pêk hat.

Doz lîsteyên salên 2021 û 2022’an jî eleqedar dike.

Bi navê PKK’ê parêzera Hollandî Tamara Bûrûma, bi sedan bombebaranên dewleta Tirk bi bîr xist û diyar kir ku PKK êrişî sivîlan nekiriye û bi pîvan bersiva leşkeran daye.

Bûrûma nerazîbûn nîşanî Konseya Ewropayê da ku van çalakiyan weke ‘çalakiya terorîstî’ nîşan dide.

Bûrûma ragihand ku bicihkirina PKK’ê di lîsteyê de weke amûreke zordariyê li ser penaberên siyasî yên Kurd tê bikaranîn û bandoreke giran li kesayetan dike û “di heman demê de bêcezahiştina dewleta Tirk e.”

Konseya Ewropayê jî di parastina xwe de hin çalakiyên PKK’ê yên salên derbasbûyî dubare kir.

Parêzeran di parastina xwe de diyar kirin ku PKK bi helwesta Îngilistanê ya sala 2001’ê li lîsteyê hate bicihkirin, lê îro Îngilistan endamê Yekîtiya Ewropayê nîne û gotin, divê ev rewş êdî bi kûrahî bê nirxandin.

Bûrûma herî dawî anî ziman ku derxistina rêxistinekê ji lîsteyê dibe ku ji bicihkirinê zehmettir be û got, “tevî ku dadgeha Belçîkayê di demeke nêz de biryar da ku PKK rêxistineke terorê nîne jî, hîn jî biryarên gelekî kevn esas têne wergirtin.”

Konseya Ewropayê weke gotina dawî tiştek negot, heyeta dadgehê jî rûniştin bi dawî kir.

Back to top button