PJAK: Îran hê jî darvekirinê weke çeka çewsandina mirovan bikar tîne

Komara Îranê beriya 2 rojan girtiyê Kurd ê siyasî Fîrûz Mûsalû darve kir. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi daxuyaniyekê darvekirina siyasetvanê Kurd şermezar kir û got; Îran hê jî darvekirinê weke çeka çewsandina mirovan bikar tîne.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK di daxuyaniya xwe de diyar kir, Îran hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û dibêje:

20’ê Hezîranê li Zindana Urmiye, girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû bêyî ku malbat û parêzerên wî bêne agahdarkirin, hate darvekirin.

Îranê di nava her cûreyên aloziyan de jî di mijara darvekirina Kurdan de sînoran nasnake.

Ji wê ye ku bi rêya darvekirina, ew ê karibe mirovan çavtirsandî bike.

Bêguman wê ev kar bê bersiv nemîne. Wê têkoşîna ji bo dadperwerî û azadiyê berdewam be.

Banga me ji bo civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê ew e ku girtiyên siyasî bi tenê nehêlin.

Di serî de hêzên azadîxwaz û rêxistinên mirovî, divê li hemberî sûcên Îranê ti kes bêdeng nemîne.

Back to top button