Li Kobanê panelek li ser danasîna çekên Kîmyewî li dar ket

Tevgera Xwendekaran a Demokratîk ya Herêma Firatê ji xwendekarên Zanîngeha Kobanê re, ji bo pênasekirina metirsiya çekên kîmyewî û bandora wê li ser gelan, panelek li dar xist.

Panel li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hat lidarxistin..

Endamê Meclisa Rêveber a PYD’ê Ehmed Xoce axivî û got:

“Gelê Kurd bi wan çekên kîmyewî tên qirkirin, êrişên ku li vê dawiyê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatine jî nîşana wê yekê ye.”

Piştre, sînevîzyoneke taybet li ser komkujiyên ku li dijî gelê Kurd bi taybet li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hat pêşandan.

Her wiha ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Kobanê ve, raporek li ser gaza kîmyewî û zirara wê ku xwendekarên Zanîngehê amade kiribûn, hat xwendin.

Di raporê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar anîn.

Back to top button