Eşîra El Meşhûr: Em bi QSD û Rêveberiya Xweser re ne

Tevî şêniyên herêmê, şêxeşîr û rûspiyên wê jî, bi helwest û bertekên xwe li dijî van êrîşan ne. Şêxê eşîra El-Meşhûr Casim El-Casim li dijî êrişan, piştgiriya eşîra xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re anî ziman. EL Casim diyar kir eşîrên Ereb ji bilî Rêveberiya Xweser û QSD’ê ti hêz û îradeyeke din qebûl nakin.

Du meh in li ser Eyn Eyn Îsayê û gundewarên wê, êrîşên dijwar yên dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tên.

Bertekên gelên herêmê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê ên li ser herêmê her diçe zêde dibe.

Şêx eşîra El-Meşhûr Casim El-Casim da zanîn ku herêmên Bakurê Sûriyê hatin wêrankirin û şêniyên wê hatin koçkirin, lê bi hebûna QSD’ê jiyan geş bû û li tevahî herêman ewlehî û aramî pêk hat.

Şêx Casim El-Casim li dijî êrîşên li ser herêmê bertek nîşan da û got. “Em hemû bi Rêveberiya Xweser re ne û li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di eniyekê de bi QSD’ê re ne.”

El-Casim teqez kir ku eşîrên Ereb wê tu alternatîfkê ji bilî Rêveberiya Xweser qebûl neke û da zanîn, Hêzên Sûriya Demokratîk nûnertiya wan a rewa di qadên navneteweyî de dike.

Şêx El-Casim rola Rûsya û bêdengiya wê ya li hember êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir û da zanîn li gorî peymanên ku bi dewleta Tirk re îmze kirine tevnagere.

Di dawiya nirxandina xwe de, Şêxê eşîra El-Meşhûr Casim El-Casim tekez kir ew destkeftiyên ku şehîdan ji bo tevahî pêkhateyên gelên herêmê dane bernadin.

Her çi qas cîhan tev li hember van êrîşên dijwar xwe bêdeng kiribe jî, lê belê pêkhateyên herêmê bi hevgirtin, yekîtî û hêza xwe QSD’ê li dijî van êrîşan li ber xwe didin.

Back to top button