Li Polonyayê partiya muhafezekaran di hilbijartinan de binketinek mezin jiya

Li Polonyayê di dawiya vê hefteyê de hilbijartinên parlementoyê hatin li darxistin.
Di encama deng danê de sê partiyên muxalefetê bi 54’ê dengan desthilatdarî bi dest xistin.

Partiya Hiqûq û Edaletê ya muhafazakar (PIS) tevî ku di hilbijartinan de ji sedî 35’ê dengan stendibû, pirdengiya xwe ya li parlamenteriyê winda kir.

Komîsyona Hilbijartinê ya Neteweyî ya Polonyayê ragihand ku ji îro pê ve jimartina dengan bi dawî bûye.

Li gorî vê yekê PIS’ê ji rêjeya sedî 35,38’ê dengan girt.

Piştî PIS’ê bloka opozîsyonê ya sereke Koalîsyona Sivîl bi rêjeya 30,7 ji sedî û îtîfaqa Rêya Sêyem jî bi rêjeya ji sedî 14,4 tê.

Partiya Çep a Nû ji sedî 8,6 û Partiya Konfederasyonê ya rastgir jî ji sedî 7,1 deng standin.

Di vê rewşê de tê çaverêkirin ku sê partiyên mûxalefetê koalîsyonê ava bikin û piraniya parlamentoyê bi dest bixin.

Li welat bendava hilbijartinê ji bo partiyan ji sedî 5 û ji bo tifaqan jî ji sedî 8 tê hesabkirin.

Di hilbijatinê îsal de ji sedî 75 welatiyan dengê xwe bi kar anî.

Li gorî lêkolîneran, Partiya Hiqûq û Edaletê li welêt gelek destûrên bingehîn binpêkiriye ji ber vê yekê jî rêjeya dengên wê kêm bû.

Li Polonya serdema deshilata nîjadperest bi dawî bû

Back to top button