Rûsya ji peymana qedexekirina ceribandina çekên nukleerî dur dikeve

Rûsya bi xurtkirina hêza xwe ya nukleerî hewil dide, pêşî li metirsiya li ser xwe kêm bike.
Serokê Dumayê Volodin got: Ji bo ewlehiya Rûsyayê bê parastin, em xwe ji Peymana Qedexeya Ceribandinên Nukleerî Berfireh vedikişînin.

Meclisa Jêrîn a Parlamentoya Rûsyayê Duma, pêşnûmeya ku ji Moskowê tê xwestin ku ji pesendkirina Lihevkirina Berfireh a Ceribandina Nukleerî (CTBT) derkeve qebûl kir.

Di dengdana ji bo xwendina yekem a pêşnûmeqanûnê hat kirin de 412 dengên ‘erê’ hatin girtin.

Tu endaman jî dengê nexêr û bêalî nedan.

Ji bo pêşnûmeya ku bibe qanûn wê du dengdanên din jî pêk were.

Serokê Dûmayê Vyaçeslav Volodîn îro Sêşemê berî destpêkirina rûniştinê di daxûyaniyekê got:

“Ji bo peydakirina ewlehiya welatê xwe em ji peymana Lihevkirina Berfireh ya Ceribandina Nukleerî paşde vedikişin.”

Volodin diyar kir ku Rûsyayê di sala 2000’an de peymana 1996’an erê kir.

Waşingtonê jî ji ber “helwesta xwe ya bêberpirsiyarî ya li hember mijarên ewlekariya cîhanî” ev peyman erê nekir.

Rûsya: Heta Amerîka ceribandinan pêk neîne emê ti gavan neavêjin

Kremlîn diyar dike ku Rûsyayê ev peyman demeke dirêj îmze kiriye û erê kiriye û bi hinceta nerazîbûna xwe di vî warî de gav avêtiye.

Wezareta Derve ya Rûsyayê radigihîne ku biryara Moskowê ya nepejirandina CTBTyê nayê wê wateyê ku Rûsya dê ceribandina navokî bike û tenê eger Amerîka gaveke wiha bavêje dê vê yekê bike.

Eger 8 welat erê bikin wê biryar bikeve meriyetê.

Komîsyona Amadekar a Rêxistina Peymana Qedexeya Berfireh a Nukleerî (CTBTO) ku navenda wê li Viyanayê ye, ji bo CTBT’ya ku di 19’ê Mijdara 1996’an de hatibû vekirin, bikeve meriyetê, çalakiyan dimeşîne.

Ji bo ku CTBT bikeve meriyetê divê hemû welat hem peymanê îmze bikin û hem jî di meclîsên xwe de erê bikin.

Heta niha peyman ji aliyê 185 welatan ve hatiye îmzekirin û ji aliyê 170 welatan ve hatiye erêkirin.

Peyman piştî ku ji hêla DYA, Çîn, Îsraîl, Îran, Koreya Bakur, Misir, Hindistan û Pakistanê ve were îmzekirin û pejirandin Wê bikeve meriyetê.

Ji bilî Koreya Bakur tu welatekî din di vê sedsalê de ceribandinek bi çekên nukleerî pêk neaniye.

Back to top button