Şerê Îsraîl û Hemas: 46 roj

Şerê navbera Îsraîl û Hamasê di roja 46’an de ye.
Nûnerên Hamasê diyar kirin ku ‘mohrkirina peymaneke agirbestê nêz e’.
Rêxistina Efû ya navnetewî jî li dijî êrişên Îsraîl yên li ser Dêr û Kampa Koçberan a Nuseyratê bertek nîşan da.
Rêxistinê got: Divê êriş weke sûcê şer bêne lêkolînkiirn.

Piştî kuştina bi hezaran kesî û koçberbûna bi mîlyonan aliyên şer nêzî lihevkirnê dibin.

Hemas û Îsraîl nêzî lihevkirinê bûne

Lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye diyar kir ku nûnerên tevgera Fîlîstînê nêz in ku bi Îsraîlê re ‘peymaneke agirbestê mohr bikin’ û wan bersiva xwe ji navbeynkarên Qatarî re ragihandine.

Qatar, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA di berdêla agirbesta li Şerîda Xezayê de li ser peymaneke welê dixebitin ku dîlgirtiyên ji aliyê Hamasê ve hatine revandin, bêne berdan.

Çavkaniyên cuda radigihînin ku li ser peymaneke welê tê rawestandin ku di berdêla berdana 300 girtiyên Fîlîstînî de, 50 heta 100 girtiyên Îsraîlî bêne berdan.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, rojane wê di berdêla 30 mehkûmên Fîlîstînî 10 girtiyên Îsraîlê bêne berdan.

Her wiha destûra ji bo gihîştina xurek, alîkariya tibî, sotemenî û agirbesta mirovî ya pênc rojan a dikare bê nûkirin, di nava vê peymanê de hene.

Bêtirî 13 hezar û 300 kes hatin kuştin

Li gorî bîlançoya dawî ya hikumeta Hemasê ku 20’ê Mijdarê eşkerek kir, ji 7’ê Cotmehê ve li Şerîda Xezayê 13 hezar û 300 filistînî hatine kuştin.

Her wiha hate ragihandin ku 31 hezar kes jî birîndar bûn.

Li Bakurê Xezeyê şer diqewime

Yek ji devera ku di navbera leşkerên Îsraîlê û Hamesê de şerekî giran lê diqewime li herêma Nexweşxaneya Endonezyayê ye ku li bakurê Şerî Xezeyê ye.

Îro jî li herêmê rewş aloz bû.

Li gorî çavkaniyên Fîlîstînî di êrîşên Îsraîlê de 12 nexweş û xizmên wan mirin, bi dehan jî birîndar bûn.

Rêxistina Efû: Divê êrişa li ser dêr û Kampê weke sûcê şer bê lêkolînkirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên di 19 û 20’ê Cotmehê de li dijî Dêra Ortodoks a Rum û Kampa Koçberan a Nuseyrat şermezar kir.

Di daxuyaniya rêxistina ku navenda wê li Îngilîstanê ye de hat diyarkirin ku li bombebarana Îsraîlê ya bêserûber êrîşeke nû hatiye zêdekirin û wiha hat gotin:

“Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser binpêkirina qanûnên şer dewam dike de, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 2 bûyerên mînak ku 20 jê zarok 46 sivîl hatine kuştin belge kiriye.”

Back to top button