Rêveberiya Xweser li ser girtî û zarokên DAIŞ’ê daxuyaniyek da

Piştî têkçûna wê li Baxozê sala 2019’an, bi deh-hezaran girtiyên DAIŞ’ê di zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên ragirtin.
Ev yek jî barekî giran dixe ser milê Rêveberiya Xweser.
Rêveberiyê herî dawî biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê dabû û daxwaz ji civaka navdewletî kiribû ku di vê yekê de alîkar be.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, teqezî li ser dewamkirina têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê kir.

Rêveberiyê bibîr xist, gelê herêmê di ber tevahiya cîhanê de şerê DAIŞ’ê kir û heta têkbirina wê li Baxozê bêhtirî 15 hezar şehîd û bi deh hezaran birîndar dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Rêveberiya Xweser barê girtiyên DAIŞ’ê yê wekî dabînkirina cih, alavên binçavkirinê û xilaskirina herêmê ji terora wan, girt ser milê xwe.

Hat bibîrxisitn ku Rêveberiya Xweser gelek canran bang li civaka navdewletî kiriye ku di mijara darizandina van çeteyan de alîkar be.

Rêveberiya Xweser banga destekdayînê bo dosyaya zarokên DAIŞ’ê dike

Rêveberiya Xweser bal kişand ser dosyaya zarokên DAIŞ’ê û banga avakirina navendên perwerdekirinê ji bo wan kir, da bi asayî tevlî civakê bên kirin.

Rêveberiyê hişyarî da, eger ev dosya were paşguhkirin, ev zarok dê ji bo tevahiya cîhanê metirsîda bin.

Dawiya daxuyaniyê, Rêveberiya Xweser teqez kir, ev bangên bo civaka navdewletî bi armanca rêgirtina li pêş belavbûna fikirê tundrew û parastina berjewendiyên pêkhateyên herêmê ne.

Rêveberiyê amadebûna xwe ya parvekirina hemû planan bi civaka navdewletî û rêxistinên pêwendîdar re, ji bo parastina zarokan û mafên wan kir.

Back to top button