Biden: Em hîn nêztirin

Serokê DYA Biden jî ev yek piştrast kir û got, ew ji her demê bêtir nêzî lihevkirinê ne.
Yekîtiya Ewropa jî hemfikre piştî oparasyona bejahî ya li Xezayê bi dawî bû, herêm bikeve bin kontrola Rêveberiya Filistînê.

Ji bo rewşa dawî ya li Xeza û agirbestek navbera Îsraîl û Hemasê welatên Rojavayî di tevgerê de ne.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA Joe Biden di daxuyaniya xwe de got;

Ew di wê baweriyê de ne ku peymana azadkirina girtiyan nêzîk bûye.

Biden got, “Em niha ji berê nêzîktir in.”

Koşka Spî diyar kir ku danûstandin di “qonaxa dawîn” de ne û diyar kir ku ew naxwazin pêvajoyê bi eşkerekirina hûrgiliyan bixe xetereyê.

Di daxuyaniya xwe ya roja borî de, Qeterê ragihandibû ku tenê mijarên “pratîk û lojîstîkî” mane.

Borrell: Dewleta Fîlîstînê garantiya ewlekariya Îsraîlê ye

Wezîrê Karê Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî piştî civîna wezîrên karên derve yên 27 welatan daxuyaniyek da û diyar kir ku avakirina dewleta Fîlîstînê ji bo ewlekariya Îsraîlê rêya herî baş e.

Josep Borrell israr kir ku piştî şer bi dawî bû divê Îsraîl, Xezayê dagir neke û kontrola herêmê radestî Rêveberiya Filistînê bike.

Yekîtiya Afrîka: Nerazîbûna Îsraîlê ne ya Yfûkirinê ye

Serokê Yekîtiya Afrîkayê Azalî Asûmanî êrişa li ser Xezeyê şermezar kir û anî ziman ku ji aliyê qurbaniyên sivîl ve nerazîbûneke bi vî rengî ‘ne ya efûkirinê ye’.

Asûmanî li Berlînê civîneke çapemeniyê lidar xist û ji bo çalakiyên Hemasê got, ‘dikare bê şermezarkirin’, ji bo nerazîbûna Îsraîlê jî got ‘ne ya efûkirinê ye’.

Asûmanî got, “Li zarokekî bifikirin ku kuştina dayik û bavê xwe dibîne (…) Ev yek dibe sedema tundiyê.”

Back to top button