Iraq di warê azadiya jinê de di rêza welatên herî xirab de ye

Li dinyayê bi giştî rewşa jinan ne baş e.
Lê li hin welatan gelekî xirab e.
Der barê rewşa jinê de anketek li 177 welatan hatiye kirin.
Li gorî vî anketê rewşa jinê li Iraq û Efxanistanê pirr xirab e.

Rêxistina Jin, Aştî û Ewlekariyê (WAPS), anketek navneteweyî der barê statuya jinan a nava civakê de li 177 welatan pêk aniye.

WAPS’ê bi daxuyaniyekê encama anketê weşand û ragihand ku jinên li Iraqê di nava 177 welatan de di rewşeke xirab de ne û Iraq di lîsteyê de li rêza 168’an e.

Di lîsteya anketê de jixwe Efxanistan li rêza herî jêr e, ango di rêza 177’an de ye.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema Talîban li Efxanistanê bûne desthilat, rewşa malwêran a jinê hê xirabtir bûye û dibe.

Di her qada jiyanê de hebûna jinê hatiye qedexekirin, ji dibistanan, ji cihên kar heta parkan jî derketina jinan hatiye qedexekirin.

Back to top button