Human Righst Watch têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê raporek amade kir

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî HRW têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê raporek amade kir.
Di raporê de HRW êrişên dawî ên li dijî binesaziyên jiyanî ên mîna stasyonê avê û santralên ceyranê bibîrxist û got:
Erişan bandor li 4,3 milyonan kesan kiriye. Bi van bombebaranan re barê xelkê herêmê hêj girantir bûye.
HRW bang li dewleta Tirkiyê kir ku demildest dev ji van kirinên xwe berde

Dewleta Tirkiyê a dagirker di navbera 5-10’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek êrişên dijwar pêk anîn.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî HRW, têkildarî encamên êrişan raporek amade kir.

Rêxistina ku navenda wê DYA ye rapor li ser malpera xwe parve kir û wiha got:

HRW: Êrişên Tirkiyê bandor li 4,3 milyonan kesan kiriye

Li Herêma Cîzirê, Heseke, Reqa û Şehbayê li dijî zêdetirî 150 noqteyan êriş hatine kirin

Di êrişan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û xesar gihiştiye binesaziya sivîlan.

Hat destnîşankirin ku êrişan bandor li 4,3 milyonan kesan kiriye.

HRW: Êrişan krîza li herêmê û barê xelkê girantir kir

Bi domdarî rêxistinê bal kişande li ser êrişên li dijî stasyonên avê û santralên ceyranê û wiha dewam kir:

18 stasyonên depokirina avê û 11 santralên ceyranê hedef hatine girtin, êdî nema dikarin bên bikaranîn

Xelkê herêmê ji xwe bi krîzekî avê ya mezin re rû bi rû ye. Bi van bombebaranan re barê wan hêj girantir bû.

HRW bang li Tirkiyê kir: Demildest dev ji van kirinên xwe berdin

Rêxistinê bi bîr xist ne cara ewile ku dewleta Tirkiyê binesaziya sivîlan hedef digirê û got:

Tirkiyê di êrişên hewayî yên di mijdara 2022’yan de jî qadên sivîlan û binesaziya jiyanî hedef girtibû.

Li dijî van sûcên şer Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî HRW bang li dewleta Tirkiyê kir ku divê tavilê dev ji van kirinên xwe berde.
Di raporê de her wiha nêrînên Cîgirê Dîrektorê HRW’ê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle jî hate parvekirin.

Cîgirê dîrektorê HRW’ê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle bertek nîşan da

Adam Coogle bi taybetî bal dikişîne li ser krîza avê ya li herêmê û dibêje:

Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hedefgirtina binesaziya jiyanî, krîza giran a li herêmê hêj girantir dike.

Di nava çar salên dawî de li Hesekê û derdora wê krîzake cidî ya avê heye.

Niha jî ji ber bombebaranê welatî di peydakirina avê de gelek zehmetiyan dikişînin.

Back to top button