Enwer Mişrif: Avakirina dadgehê, wê xeteriya DAIŞ’ê bi dûr bixe

Ji ber bi reva xwe ji girtîgehan, wê ne tenê gefan li herêmê, lê belê wê li tevahî cîhanê bixwin, pêwîstî bi dadgehkirina DAIŞiyan heye. Şêwermendê qanûnî yê Rêveberiya Xweser Enwer Mişrif dibêje: “Avakirina dadgeheke navdewletî, wê xeteriya çeteyan bi dûr bixe û wê serkeftineke siyasî li serkeftina leşkerî ku QSD’ê li dijî DAIŞ’ê bi dest xistiye jî, zêde bike”.

Şêwirmendê qanûnî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Enwer Mişrif diyar kir ku avakirina dadgeheke navdewletî, xeteriya çeteyên DAIŞê bi dûr dixe..

Mişrif, girtiyên DAIŞ’ê bi bombeya nayê zanîn kengî biteqe, bi nav kir û anî ziman kir ku revîna wan, wê keraseteke mezin bi xwe re bîne û gefê li tevahî cîhanê bixwe.

Enwer Mişrif: Avakirina dadgehek navdewletî, serkeftinek siyasî ye

Di şerê li dijî tirsnaktirîn çete li cîhanê de, QSD’ê 11 hezar şehîd û zêdetirî 25 hezar birîndar danî..

Şêwirmendê qanûnî, fedekarî û şerê hêzên QSDê yê bêhempa, ku wê careke din li ber çavan werin raxistin, bi avakirina dadgehê ve girêda.

Mişrif her wiha teqez kir ku avakirina dadgehek navdewletî li herêmên Rêveberiya Xweser, wê serkeftinek siyasî li serkeftinên QSD’ê zêde bike.

Heya niha dijmênên mirovahiyê, çeteyên DAIŞ’ê bê dadgeh di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hatine hiştin.

Tevî gelek caran Rêveberiyê banga avakirina dadgehekê ji bo darizandina van çeteyan kiriye jî, lê her tim bersiv bêdengî ye.

Berî niha, Pentagonê di raporeke xwe de destnîşan kiribû ku hebûna bi hezaran DAIŞî di girtîgehan de bêyî planeke navdewletî, erka Koalîsyonê rastî xeteriyên cidî tîne.. Lê ya dawî heya niha ji bo avakirina vê dadgehê, ti gav li ser erdê navêtiye.

Back to top button