MSD li Dêrik û Şedadê panel li dar xist

MSD’ê ji bo şîrovekirina nasnameya nîştimanî ya Sûrî li Dêrik û Şedadê 2 panelên cuda lidarxist. 

Panela li Dêrikê li seyrangeha Çarçêla ya li Dêrikê li dar ket û têde bi dehan kes amade bûn.

Di panelê de mijarên nasnameya nîştimanî ya komker û nenavendîbûn û asoyên çareseriya sûrî hatin nîqaşkirin.

Beşdaran gelek cureyên nasnameyê gotubêj kirin û gotin aloziya Sûriyê bi rêya projeyeke nîştimanî ya Sûrî, çareser dibe.

Bi heman armancê MSD’ê li hola şaredariya navçeya Şedadê ya Hesekê jî panelek li dar xist.

Di panelê de endamê MSD’ê Ezîz El Selman axivî û têgeha nasnameya nîştimanî şîrove kir û ev tişt anî ziman:

”Nasnameya nîştimanî; girêdana kes bi ax û welatê xwe ve ye û banek ji hemû ol û baweriyên li Sûriyê re ava dike.

Jiyana hevbeş di bin sîwana biratiya gelan de, ji bo gelên herêmê nasnameya nîştimanî ya rastîn e.

Back to top button