Nûnerên Kurd û Ereban, li Brukselê konferanseke diyalogê li dar xistin.
Bi konferansê geşedanên têkîliyên aborî, çandî û siyasî di navbera her du gelan de hat nîqaşkirin.
KNK, Navenda Lêkolînên Kurd a Brukselê û nûnerên Yekîtiya Neteweyî ya ji bo Parastin Gel û Azadiyê jî tevlî konferansê bûn.
Siyasetmedarê Filîstînî Ebû Mahadî di konferansê de axivî û behsa lihevkirin û têkiliyên dîrokî yên di navbera her du gelan de kir.
Ebû Mahadî diyar kir ku gava her du gelan tifaq bi hev re kiriye kar kirine û tifaqa li dijî DAÎŞ’ê wek mînak da.
Siyasetmedarê Filistînî Hamda Al Damîrî jî li ser koçberiyê axivî û anî ziman ku di cîhanê de yên herî zêde dibin penaber Kurd û Ereb in.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn jî behsa giringiya yekîtiya Kurd û Ereban kir.