KCK: Ev gava Ermenistanê hevkariya desthilata paşinyan bi Tirkî re nîşan dide

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku radestkirina 2 gerîla ji bo dewleta Tirk, rastiya xiyanet û hevkariya veşartî ya Hikumeta Paşînyan raxistiye pêş çavan.

KCK’ê hikumeta Paşînyan şermezar kir û got:

“Îdîaya ku dibêje, hevalên me bi operasyonekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, dûrî ji rastiyê ye.

Hevalên me Leheng û Alîşer ku Mijdara 2021’ê ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve hatin girtin û ji hingî ve girtî bûn.

Di encama xiyanetê de radestî dewleta Tirk hatin kirin.

Herdu şoreşgerên Kurd ên ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşiyan, ji bo wezîfeyeke şoreşgerî derbasî Ermenistanê bibûn.

Di demeke de ku dewleta tirk xaka Ermenistanê dagirdike û civaka ermen qirdike gavek wisa gelek manîdar e.

Vê rewşê bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan ku hikumeta Paşînyan hevkariyê bi dewleta Tirk a mêtinger qirker re dike.

Ev rewş di heman demê de xiyaneta li têkoşîna gelê Ermen a li dijî qirkirinê ye. “

Back to top button