Bernard Kouchner: Kêmkirina ava çemê Feratê xeteriyeke mezin e

Nerazîbûnên li dijî dewleta Tirk ku bi mehane ava çemê Feratê û ava vexwarinê ya Elokê li ser herêmê birrîye, dikin.
Duh jî di vê derbarê de komxebatek li Hesekê pêk hat.
Şandeyeke Fransayê ku beşdarî komxebatê bûbû serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwser kir.
Hat diyar kirin di civînê de wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner axivî û got;
“Kêmkirina avê xeteriyeke mezin e”

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve, wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner tevî feylezof û pisporê karûbarên kurdî Gêrard Chaliand û endamê Saziya Hevkariya Fransayê ya Avê Alain Boaneh, serdana wan kirin.

Şande ji hêla hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Omer û endama Desteya Rêveberiyê ya Daîreyê Sena Deham hat pêşwazî kirin.

Hat diyar kirin ku herdu aliyan di hevdîtinê de mijarên qutkirina avê, xebatên siyasî, danûstandinên aştiyê û hevdîtinên aliyên Kurd guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de Ebdulkerîm Omer êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û binpêkirinên dewleta Tirk yên li herêmên dagirkirî, ji şandeyê re şîrove kir û wiha got:

“Divê biryara girtina dergehê Til Koçer ji nûve di ber çavan re bê derbaskirin, ji bo alîkariyên mirovî, derziyên Korona û pêdiviyên tenduristî bigihêje 5 milyon mirovên li herêmê.”

Di hevdîtinê de, Kouchner bal kişand ser girîngiya beşdariya wan di Komxebata Navneteweyî ya Avê de û wiha got:

“Lê belê kêmbûna avê li vê herêmê em matmayî hiştin. Ev rewş dê bandorê li gel bike, ji lewre lidarxistina vê komxebatê wekî hişyariyekê ji her kesî re ye ku ev pirsgirêkeke navneteweyî ye û dê bandorê li Sûriye û Iraqê jî bike. Ev xeteriyek mezin e.”

Back to top button