Artêşa Nîjerya kampên çeteyên ku xendekaran direvînin rûxand

Li Eyaleta Kadûna ya Nîjeryayê kampa komên çeteyên ku xwendekar direvand, hat îmha kirin û gelek çete hatin kuştin.

Komîserê Ewlekariya Navxweyî û Karên Hundir ê Eyaleta Kadûna Samûel Aruan diyar ku ji bo rizgarkirina 39 xwendekarên hatine revandin, li navçeya Mando artêşê operasyon pêk anîn.

Di operasyona rizgarkirinê de kampa çeteyên li navçeya Mando bû hedefa artêşê.

Samûel Aruan got:

Stargeh û kampa çeteyan hat îmhakirin û gelek çete hatin kuştin.

Aruan diyar kir ku di operasyonên rizgarkirina xwendekaran de heta niha 180 xwendekar hatine rizgarkirin.

Û operasyonên rizgarkirina 39 xwendekarên mayî jî dewam dike.

Ji miha Çile ve 3 caran xwendekar ji dibistanan hatine revandin.

Li hin eyaletan ji ber êrîşên komên çekdar dibistan hatine rawestandin.

Par di êrîşên komên çete yên li ser eyaleta Kadûna de 937 kes hatibûn kuştin û 1972 kes jî hatibûn revandin.

Back to top button