QSD’Ê OPERASYONA XWE LI DIJÎ ŞANEYÊN DAIŞ’ê YÊN VEŞARTÎ DIDOMÎNE

Têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk a li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê didome..
Fermandarekî QSD’ê diyar kir ku, operasyona wan a tinekirina DAIŞ’ê dewam dike.

Piştî ku serkeftina QSD’ê di 23 Adarê de li dijî DAIŞ”ê hat ragihandin, QSD’ê ragihand ku ew dest bi pêngaveke berfireh li dijî şaneyên vceşartî dikin.

15 Gulanê şervanan dest bi operasyona xwe kirin.

Heta niha nêzî 50 çete girtine.

Têkildarî vê yekê ajansa Hawarê hevpeyvînek bi yek ji fermandarên QSD’ê Goran Til Temir re çêkir.

Goran Til Temir dibêje ku, wan dawî li gelek şaneyên razayî yên DAIŞ’ê anî û hîna jî operasyonên wan ên leşkerî û ewlekarî didomin.

Fermandarê QSD’ê da zanîn ku, halê hazir operasyon herî zêde di çarçoveya lêgerîna li tunelên DAIŞ’ê de ye.

Ji xwe beriya niha Berpirsê navenda Ragihandina QSD’ê Mustefa Balî ji Ronahî TV re eşkere kiribû ku, hejmareke mezin a çeteyên hatine girtin girêdayî Rêjîma Sûrî û Îranê ne.

Leave a Reply

Back to top button