PÊŞENGA ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ LEYLA GUVEN RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiyên xwe li ser daxwaza Rêber Ocalan bi dawî kirin.
Piştî ku van çalakgeran çalakiya xwe bi dawî kirin, bi giştî ji ber rewşa wan a tenduristiyê rakirin nexweşxaneyan.
Tevî Leyla Guven, hem çalkgerên li girtîgehan hem jî yên li derveyî girtîgehan niha di bin çavdêriya bizîşkan de ne.

Tevî daxwaza gelek aliyan çalakiyên greva birçîbûnê bi pêkanîna armanca çalakiya xwe de bi israr bûn.

Peyama Rêber Ocalan ku bi rêya parêzerên xwe ji bo çalakgeran şandî bi têrê kir ku çalakger dawî li greva birçîbûnê bênin.

Piştî bidawîbûnê hem çalakgerên grevê hem jî gelek girtî sewqî nexweşxaneyan hatin kirin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 200 roj di grevê de ma piştî daxuyanî da û dawî li çalakiya xwe anî, rakirin nexweşxaneyek taybet.

Guven berî ku li ambûlansê siwar bibe, daxuyaniyek kurt da û wiha got:

“Ez spasiya her kesî dikim ên ku ji roja destpêkê heta îro piştgirî dan çalakiyê.

Derketina derve ya dengê Birêz Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyê û aştiya Rojhilata Navin pir girînge. ”

Guvenê piştî daxuyaniyê, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyek taybet û dest bi tedawiya wê hat kirin.

Li aliyê din Parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ku ji 3’yê Adarê ve li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê de bûn jî, rakirin nexweşxanê.

LI AMEDÊ 10 GIRTIYÊN DI GREV Û ROJIYA MIRINÊ DE RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Her wiha 5 girtiyên 27 rojin di rojiya mirinê û 5 girtiyên di greva birçîbûnê de yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî nexweşxaneyên bajêr hatin kirin.

GIRTIYÊN GREVA XWE YA BIRÇÎBÛNÊ BI DAWÎ KIRIN, RAKIRIN NEXWEŞXANEYAN

Di heman çarçoveyê de Girtiyên li girtîgehên Wan, Mêrdîn, Patnos, Sêrt, Mêrsîn, Kandira, Maltepe, Umraniye û Bolû di grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de jî , piştî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, rakirin nexweşxaneyê.

Her wiha Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma
Irmak jî ji bo tedawiyê li nexweşxanê ne.

Leave a Reply

Back to top button