Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê komkujiya Til Rifat’ê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de bang li rêjîma sûrî û hêzên Rûsya yê kirin ku berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û pêşî li sûcên şer yên dewleta Tirk bigirin.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyeke girseyî komkujiya dewleta Tirk a li Til Rifetê ku 8 jê zarok 10 sivîl şehîd bûbûn şermezar kirin.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de kuştin û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî şêniyên herêmê hate bibîrxistin û hat diyarkirin ku bi komkujiya Til Rifetê li sicîla sûcên şer yê dewleta Tirk yeke din jî zêde bûye.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê destnîşan kirin ku bi vê komkujiyê careke din plana dagirkeriyê ya mezin a dewleta Tirk ku li dijî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe dewre eşkere bûye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca vê komkujiyê qirkirina etnîkî, tirsandin û koçberkirina gelê herêmê ye û dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê projeya xwe ya guhertina demografiyê pêk bîne.
Di dawiya daxuyaniyê de weha hat gotin:
Em weke şênî û tevahî pêkhateyên Efrîn, Şehbayê bang li civaka navdewletî, dewletên Koalîsyonê û Rûsyayê dikin ku li dijî van sûcên şer yên dewleta Tirk helwestê nîşan bibin û zextê li hikumeta AKP’ê bikin ku êrişên xwe yên li dijî herêmê rawestîne.