Piştî bahoza Ian a ku li peravên rojavayê Kubayê ket, hat ragihandin ku li welêt elektrîk bi temamî qut bûye:
Ji ber vêyekê 11 mîlyon kes di tariyê de mane.
Ji ber bagera Ian a ku bi dijwariya kategoriya 3’yan li Kubayê ket û zerareke mezin li pey xwe hişt.
Şevê din ji ber bagerê tora elektrîkê ya welat bi temamî hilweşiya.
Bagera ku li rojavayê giravê bi hêz bû, di seatê de bi 195 kîlometir bipêş dike.
Tiştên ket li pêşiya wê jî bi tevahî hildiweşand.
Li gorî nûçeya BBC, rayedarên hikûmeta Kubayê diyar kirin ku piştî bagerê santralên sereke yên elektrîkê têk çûne û nekarîne careke din kar bînin.
Hat diyarkirin ku girtina santrala termoelektrîkê ya Antonio Guiteras ku 100 kîlometre li rojhilatê paytext Havanayê ye, tê wateya qutbûna elektirîkê li seranserê giravê.
Ji ber bagera Ian a li eyaleta Floridaya eyaleta DYA 2,5 mîlyon kes hatin veguhestina cihên ewle.



