Li Fransa û Swêdê li dijî kuştina Jîna Emînî çalakî pêk hatin

Jinên Kurd û Îranî, xwendevanên Kurd, Acem, Faris li sê bajarên Fransayê li dijî qirkirina jinan rabûn ser pêyan.
Li paytexta Swêd Stockholmê jî çalakiyên şermezarkirin hatin lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî li Parîsê ji bo piştgiriya çalakiyên Rojhilatê kurdistan û Îranê li ber Kaniya Bêgunehan hatin ba hev.

Di çalakiyê de hêrsa li hemberî rejîma Îranê û pergala desthilatdariya rejîma îranê hate şermezarkirin.

li bajarên Strasboûrg û Montpellîer ên Fransayê jî bi heman ermancê çalakî hat lidarxistin.

Tê de banga tolhildana hemû jinên hatin kuştin hate dayîn.

Li paytexta Swêd Stockholm ê jî bo Jîna Emînî çalakî hat li darxistin ..

Çalakvanan bi armanca şermezarkirinê porê xwe qut kirin û hinekan laçikên xwe avêtin erdê û şewitandin.

Her wiha di axaftinên bang li hemû hêzên rojhilat hate kirin ku li dijî rejîma îranê bibin yek.

Çalakî bi berzkirina dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.

Back to top button