Li Raniya li dijî êrişên dewleta Tirk çalakî hat lidarxistin

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê li navçeya Ranya çalakî hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bang li her çar parçeyên Kurdistan hat kirin ku li hemberî êrişan bê deng nemînin.

Çalakî bi pêşengiya Koma Koşan a Ranya, pêk hat.

Koma çalakvana daxuyaniyek dan û gotin:

“Dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe li ser hemû destkeftiyên gelê Kurd didomîne.

Dixwaze ji rewşa aloz ya cîhanê sûd werbigire da ku planên xwe li ser gelê Kurd pêş bixe.”

Komê diyarkir piştî ku Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatî Sûrî pêş ket êriş giran bû û got:

“Ji ber ku dewleta Tirk ji fikirê demokratîk û azad ditirse dixwaze aramî û ewlehiya jiyana Rojavayê Kurdistanê têk bibe”

Komê bang li hemû rêxistin û hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî şerê dewleta Tirk bêdengiyê xwe bişkînin û bibin xwedî helwest.

Back to top button