KNK’Ê: BI DAXUYANIYEKÊ GIRTINA NAVENDÊN TEVGERA AZADÎ ŞERMEZAR KIR

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) jî têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KNK’ê di daxuyaniya xwede wiha got:

Di rojên buhûrî de gef û zextên Hukumeta herêma başûrê Kurdistanê li ser Tevgera Azadîya civaka Kurdistanê li Silemanî zêde bûne û gehaye astê êrîşan.

Tevgera Azadîya civaka Kurdistanê bi fermî moleta karkirinê ji alî hikûmeta fedrala Îraqê heye û pêwîste hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê jî pêştgîriyê pê bike. Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, ji keç, kur, zilam û jinên azadîxwazên başûrê Kurdistanê pêkhatiye.

Ew bizaveke azadîxwaz ku li ser esaseke xwebexşî û dilxwazane kar dikin û yeke ji rêkxiraweyên Kurdistanî dij bi sîstema dagîrkeriyê ne.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di dawiyê de ev tişt got:

Em daxwaz ji berpirsên Hikûmeta herêmê dikin ku teslîmî daxwaziyên dagîrkeran nebin û moleta fermî ya hebûnê bidene wan hemûyan yên ku moral û rewişta giyanfîdakarî û xwebexşî û tekoşînê heye. Ew yekrêzîya Neteweyî û Niştîmaniya me bi hêz dike û me dibe nava diyalogeke tendirust ya demokrasiyê.”

Leave a Reply

Back to top button