Li bajarê Qamişlo, bi amadebûna nûnerên gelek partî û rêxistinan komxebatek derbarê destûra nû ya Sûriyê de hate lidarxistin
Komxebat bi diruşmeya “Projeya bi hev re ber bi beşdarbûneke destûrî a baştir ve”, li hola Burc a bajarê Qamilo hate lidarxistin.
Nûnerên partiyên siyasî yên kurd, ereb, suryan, rêxistinên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser, ENKS’ê, beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de, nasnameya dewleta Sûriyê di destûra Sûriyê ya pêşerojê de û sîstema rêvebirina Sûriyê hat nîqaşkirin.
Beşdarên komxebatê: Divê pêşeroja Sûriyê pir-rengî, demokratîk û nenavendî be
Aliyên di Komxebatê de gotin ku divê destûra nû ya Sûriyê mafên hemû pêkhateyan di ber çavan re derbas bike û pêşeroja Sûriyê pirengî, demokratîk, nenavendî be.
Hat diyarkirin ku divê perspektîv û nasnameya hemû hêzên çalak ên li Sûrî werin naskirin.
Her wiha beşdarên komxebatê gotin ku divê artêşa niştimanî ji nû ve were sazkirin ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de bihewîne.



