Li Somaliyê lehî: 53 kes mirin

Li Somaliyê ji ber baranên dijwar û lehiyê herî kêm 53 kes mirin, zêdeyî nîv milyon kes jî koçber bûn û zêdetirî 1,5 milyon kes jî mexdûr bûn.

Serokê Ajansa Rêveberiya Karesatê ya Somaliyê (SODMA) Mohamud Moallin Abdulle derbarê lêhiya Somaliyê daxuyani da.

Moallin Abdulle da zanîn ji ber barîna zêde ya baranê û lêhiyê 1,5 milyon kes bandor bûye, 5 hezar zêdetir mal hilweşiyaye.

Her wiha Abdulle diyar kir ku sedema lehiyê 53 kes jiyana xwe ji dest daye.

Lêhiya li Somaliyê li heremên Hiraan, Bakol, Bay û Gedoyê jî bandor bûn.

Ji lehiyê lawiran û araziyên çandiniyê jî bandor bûn.

Beriya vê lehiyê jî encama barîna zêde û tijîbûna çeman 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Somalî û Kenya ku di van salên dawî de ziwabûna herî dijwar lê dijîn, di nav welatên ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor bûne ne.

Kenyayê ji ber barana zêde hişyarî dabû welatiyên xwe. Piştî lehiyê li hin herêmên Somaliyê “Rewşa Awarte” hat ragihandin.

Back to top button