Li Hindistanê ji bo tunelên hilweşiyayî xebatên rizgarkirinê zêde bûn

Ekîbên rizgarkirinê yê Hindî hewil didin xwe bigihînin 41 kesên ku tunelek rê ya hilweşiyayî de asê mane.
Wezîrê Ragihandinê Nîtîn Gadkarî diyar kir di çarçoveya îmkanên heyî de hemû hewldan tên dayîn.
Pisporên navneteweyî jî wê beşdarî xebatên rizgarkirinê bibin.

Xebatên ji bo rizgarkirina 41 karkerên di tunela ku 12’ê Mijdarê li eyaleta Uttarakhand a Bakurê Hîmalaya asê mabûn hatin zêdekirin.

Tîmên rizgarkirinê plan dikin ku bîreke nû bikolin ku karkeran xelas bikin.

Dîmenên yekem ên karkerên asê mane roja Sêşemê derketin holê û li gorî van dîmenan karker sax û silametî xuya dikin û bi rizgarkeran re ketine têkiliyê.

Tîmên rizgarkirinê bi rêya bêtêlan bi karkeran re ketine têkilîyê û ji wan re xwarin, av, oksîjen û dermanan dişînin.

Ji bo ku zêdetir alîkarî bê kirin dihat plankirin ku roja Duşemê boriyeke nû û mezintir were şandin lê belê xebatên rizgarkirinê ji ber şikestinên ku piştî hilweşînê çêbûne û xirabûna wesayîtên sondajê baş nayên kirin.

Eksvator bermahiyên tunela hilweşiyayî radikin, tîmên rizgarkirinê jî ji bo rêyek rizgarkirinê ya zêde hewl didin ku bîreke nû vekin.

Nîtîn Gadkarî: Li gor derfetên heyî hemû hewldan tên dayîn

Kûrahiya vê rêya derketinê divê bigihîje 89 metreyan.

Wezîrê Ragihandinê Nîtîn Gadkarî got: “Di çarçoveya îmkanên heyî de hemû hewldan tên dayîn.”

Wezîr diyar kir ku tîmên rizgarkirinê ji bo xwe bigihînin karkeran dixebitin ku rêyên cuda bibînin.

Pisporên navneteweyî jî wê beşdarî xebatên rizgarkirinê bibin.

Rayedaran bi gotina: “Em ê wan rizgar bikin” hêvî da û dilê wan xweş kir.

Lê belê tê gotin ku avakirina tunela hilweşiyayî beşek ji xebatên binesaziyê ye ku ji aliyê Narendra Modiyê Serokwezîrê Hindistanê ve hatiye destpêkirin da ku kontrola herêmên li ser sînor zêdetir bike.

Li Hindistanê tunelek hilweşiya: 40 karker asê mane

Back to top button