
Li Ohio ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê li şaxa Walmartê ya Amerîkayê bi guleyan êrîşek pêk hat û di encama êrîşê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li eyaleta Ohio ya Amerîkayê di êrîşa bi çekan da li navenda kirînûfirotinê herî kêm kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî şahidan, çekdarekî bi çeka lûle dirêj êrîşî şaxeke Walmartê ya li herêma Beavercreek kir. 3 kesên birîndar li nexweşxaneyeke derdorê hatin dermankirin.
Li gor nûçeya ajansa Reutersê, polîsê Beavercreek diyar kiriye ku wan destwerdan li bûyerê de kirine û ev rewş êdî ti metirsiyê li ser xelkê nake.
Polîsan li ser malpera civakî ya X’ê daxuyanî da û got ku li avahiyê ewlehiyê hatiye zêdekirin û ti xeteriyek li berbiçav tune ye.
Di vîdeoya ku piştî êrîşê li ser medyaya civakî hat parvekirin de, şahidekî wiha got,
“Min tiştina dikirî. Ew zilam li gel min derbas bû û dest bi gulebaranê kir. 10 caran gulebaran kir.”
Şahidekî din ê ku li ser medyaya civakî parve kir got ku gumanbar “Xortekî bejin dirêj, ciwan û spî ye ku çenteyek artêşê hilgirtiye.”