NY guherînên di rêveberiya Yemenê de bi kyefxweşî pêşwazî kir

Li Yemenê bi destwerdana Erebîstana Siûdî û welatên kendavê guhertin di rêveberiya welat de pêk hatin.
Serokê Yemenê Mansur Hadî rayeyên xwe radestî Konseya Serokatiya welat kir.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ev yek bi keyfxweşî pêşwazî kir.

Ji bo çareseriya aloziya Yemenê, welatên Kendavê guhertinên nû pêk anîn.

7’ê Nîsanê Konseya Serokatiyê ku ji 8 endaman pêk tê, bi serokatiya Reşad Mihemed El-Uleymî ji bo temamkirina pêkanîna pêvajoya veguhêz hat avakirin.

Serokomar Mansur Hadî diyar kir ku li gor destûra Yemenê, înîsiyatîfa Kendavê û mekanîzmayên rêveberiyê, hemû rayeyên xwe radestî Konseya Serokatiyê ya Yemenê kirine.

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

Pêvajoya veguhêz ji bo çareseriya siyasî ya krîza Yemenê ya piştî agirbesta di 2’ê Nîsanê ya di navbera aliyên Yemenê de pêk hat, gaveke girîng e.

Erebîstana Siûdî û Îmarat 3 milyar dolar alîkariya lezgîn ji bo aboriya Yemenê daye.

Her wiha Siûdî jî 300 milyon dolarên din jî ji bo fînansekirina plana bersivdayina mirovahî ya ku NY ji bo sala 2022’an ragihandibû, veqetandiye.

Di daxuyaniyê da xebatên Konseya Hevkariya Kendavê ya li ser tesîskirina aştiyê li Yemenê û teşwîqkirina avakirina diyaloga siyasî hat nirxandin.

Hat diyarkirin ku konsey ji bo hewcedariyên gelê Yemenê bi cih bîne dixebite.

Endamên konseyê îdia kir ku ew ê ji bo bidawîkirina aloziya li Yemenê, têkoşîna li dijî çalakiyên terorî, xebatan bimeşînin û ew ê ji bo Yemeniyan wekhevî û edaletê pêk bînin.

Piştî paytexta Yemenê Sanaa Îlona 2014’an kete destê Hûsiyan, şerekî giran li welat diqewime..

Li ser vê yekê koalîsyona Erebî ya bi pêşengitiya Erebîstana Siûdî Adara 2015’an piştevaniya hikumetê kir û dest bi êrişên li dijî Hûsiyan kir.

Back to top button