Li Afrîkaya ji ber lehî bobelatê 306 kes mirin

Li Afrîkaya Başûr û Fîlîpînê baranê bandoreke zêde kiriye.
Ji ber barana zêde li Afrîkaya Başûr Lehî rabû, herî kêm 300 kes mirin.
Di bobelatê de bi hezaran mal hilweşiyan.
Li Fîlîpînê jî ji ber bahoza Megî lehî rabû û erd şemitî.
Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 123’an.

Li Afrîkaya Başûr barana demsalê ziyaneke mezin bi xwere daye avakirin.

Tê diyarkirin di 60 salên dawîn de ev lehiya herî xedar e.

Li herêma Kwazûlû-Natal a Efrîkaya Başûr lehiyeke mezin rabû.

Li gorî saziya rêveberiya bobeletan li Kwazûlû-Natalê 306 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokomar Cyrîl Ramaphosa dema ku çû serdana malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane got;

“Pir hilweşiyan. Rê rûxiyan. Gelê me birîndar bû. Ev bobelateke mezin e.”

Artêşa Efrîkaya Başûr jî ji bo derxistina mirovan ji hewayî ve piştgirî da.

Li gorî rayedarên herêmî bi hezaran mal hilweşiyan û lehiyê bandor herî kêm li ser 140 dibistanan kir.

Li hinek welatên Efrîkayê heta meha Nîsanê bahozên xedar li bajaran didin lê li Efrîkaya Başûr rewşên wisa pêk nayên.

Li Fîlîpîn…ji ber lehî û şemitîna axê 121 kes mirin

Li Fîlîpênê jî rewş heman e.

Li gorî nûçeya ajansa Shinhua, di karesatê de herî zêde ziyanên canî li bajarê Baybay ê eyaleta Leyte hatiye dîtin û 81 kes mirine.

Li herêma Abuyog a heman eyaletê 31 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku li eyaletê gelek mal û kargehên di bin axê de mane nekarin bên bikaranîn û 12 kes jî winda bûne.

Ajansa Netewî ya Afetê ya Fîlîpînê jî ragihand ku ji ber karesatê 8 kes li naverast û başûrê wî welatî û kesek li parêzgeha Samarê mirine, 236 kes birîndar bûne û 28 kes jî winda bûne.

Bi vî awayî jimara miriyan derket 123’an.

Di hefteya dawiyê de, nêzî 200 lehî ji ber bahoza tropîkal a Megî li herêmên cuda yên naverast û başûrê welêt rûda.

Di heman demê de herî kêm 30,000 malbat li stargehên lezgîn hatin bicihkirin.

Di vê karesatê de herî kêm 200 hezar kes bandor li wan kiriye, tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li Fîlîpînan ku her sal bi navencî 20 bahoz û bager lê diqewimin, di sala 2013’an de ji ber bahoza Haiyan bêtirî 6 hezar kes mirin û wêraniyeke mezin rû da.

Back to top button