Ûkrayna, Polonya, Estonya, Letonya û Lîtvanya li dijî Rûsya peyame “yekîtiyê” dan

Ji welatên rojava û baltîkê piştevaniyek zêde bû Kîevê tê dayîn.
Di her fersendê de, ev welat li dijî êrişa Rûsya bertek nîşan didin.
Herî dawî lîderên Polonya, Estonya, Letonya û Lîtvayan berê xwe dan Kîevê.
Li derên van welatan hevdîtina xwe ya li gel Serokomarê Ûkrayna de careke din piştevaniya xwe ya bo Kîevê ragihandin.
Û peyama “yekîtiyê” dan.

Serokomarê Polonyayê Andrej Duda, Serokê Estonya Alar Karîs, Serokê Letonyayê Egils Levîts û Serokkomarê Lîtvanya Gitanas Nausda doh berê xwe dan paytexta Ûkraynayê Kîevê.

Lîder despêkê wêraniya li bajarên Irpin û Borodyanka yên li nêzî Kîevê dîtin.

Lîder piştre bi Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky û Serokwezîrê Ûkraynayê Denis Shmihal re civiyan.

Piştî civînê, serokan civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Zelensky: Ji bo wan pir girînge herêm bi çavê xwe dîtin

Volodymyr Zelensky ji ber piştevaniya welatên navborî keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha got:

Lîderan serdana bajarên hatine wêrandkirin kir.

Ev ji bo wan pir girînge ku herêm bi çavê xwe dîtin.

Tiştê ku em îro fam nakin ne li ser şer, lê li ser trajediya ku nediyar e.

Ji destpêka şer ve Polonya, Lîtvanya, Letonya û Estonya welatên yekem bûn ku piştgirî dan Ûkraynayê.

Zelensky anî ziman ku ewê teqez ji ber hevkarî û piştevaniya welatên dost wê biser bikevin.

Duda: Ev ne şer lê terore

Duda da zanîn ku êrîşa Rûsyayê ne şer e, terorîzm e, divê kesên ku ev êrîş kirine li dadgehên navneteweyî bên darizandin û ev tişt anî ziman:

“Eger balafir û leşker ji bo bombebarankirin û kuştina mal û sivîlan bên şandin, ev ne şer e, zulm, talan û terore.

Ev rûyê şer e ku em nikarin fêm bikin û qebûl nakin.

Divê ji Kîevê ya ku êrîşên Rûsyayê lê pêk hat, muxalefeteke xurt li civaka navneteweyî bê kirin.

Ez dixwazim careke din bibêjim ku em ê bi kesên ku rêzê li wan nakin re diyalogê çênekin.”

Nausda: Pêwistiya Ûkrayna bi alîkariyên mezin ên mîna Plana Marshall heye

Serokê Lîtvanya Nausda diyar kir ku Irpin û Borodyanka şopa wêraniyê hildigirin û wiha got:

Bajar di bin xirbeyên xanî, dêr û piran de maye.

Ji Ûkraynayê re tevgerek mezin a rizgarkirinê ya mîna Plana Marshall ya alikariya Ewrûpayê piştî Şerê Cîhanê yên duyemîn ji bo Ewropa kirî pêwiste.

Levits: Heta serketinê em ê li gel Ûkrayna bin

Serokdewletê Letonyayê Levits jî got,

“Yekitiya me hêza me ye. Em ê heta serkeftinê li kêleka Ûkraynayê bin.”

Estonya wê ji sêyan yekê butçeya xwe ya parastinê bide Ûkrayna

Serokdewletê Estonya Karîs anî ziman ku wê ji sêyan yekê bûdceya parastinê ya Estonyayê ji Ûkraynayê re were şandin.

Back to top button