The Tablet: Dewleta Tirk li herêmên ku dagirkirine guhertina demografiyê dike

Rêxistina The Tablet têkildarî guhertina demografiya ya ku dewleta Tirk li herêmên Sûriyê pêk tîne, raporek weşand.
Li gorî raporê, dewleta Tirk li herêmê guhertina demografiyê pêk tîne û bi taybetî jî li dijî gelê xirîstiyan vê bi awayekî veşartî dike.
Di raporê de hate destnişankirin ku beriya êrişên dewleta Tirk hejmara xirîstiyanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 130 hezaran daketiye tenê çend hezaran.

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de dest bi tevgera xwe ya ji bo dagirkirina li herêmên Sûriyê kir.

Dewleta Tirk di serî de Cerablûs, Bab, Idlib, Efrîn, û herî dawî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Bi dagirkirina herêman re sûc û kirinên wekî kuştin, destavetin, talan, dizî û hwd. li wan herêman heta roja me ya îro jî dewam dikin.

Yek ji armancên sereke a dewleta Tirk a ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demografiyê ye.

Piştî ku dewleta Tirk ev herêm dagirkirin, bi hezaran çete û malbatên wan li ser ax û warên gelên qedîm yên li van herêman bicih kirin.

Rêxistina the Tablet: Ji ber êrişên dewleta Tirk heta niha nêzî 130 hezar xiristiyan koçkirine

Rêxistina The Tablet têkildarî guhertina demografiya ya ku dewleta Tirk li herêmên Sûriyê pêk tîne, reporek weşand.

Li gorî raporê, dewleta Tirk li herêmê guhertina demografiyê pêk tîne û bi taybetî jî li dijî gelê xirîstiyan vê bi awayekî veşartî dike.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê xiristiyanên mayî neçar mane birevin û rê ji wan re nayê dayîn ku vegerin warên xwe.

Di raporê de axaftina serokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm hat bibîrxistin ku dibêje:

“Guhertina Demografiyê ku dewleta Tirk beriya vê li Efrîn û bajarên din pêk anî, niha li Girê Spî û Serêkaniyê bi rêya komên girêdayî xwe, pêk tîne.”

Seroka Komîteya Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Menza tekildarî mijarê di malpera xwe de got:

“Dewleta Tirk û çeteyên wê herî zêde xiristiyan û Kurdan dike hedef da ku demografiya bakurê Sûriyê biguherîne.

Dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî herêmê, ne tenê li ser kêmneteweyên olî, li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gefeke xeternak e.”

Di raporê de hate destnişankirin ku beriya êrişên dewleta Tirk 130 hezar xirîstiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijiyan, lê niha ev hejmar daketiye tenê çend hezaran.

Back to top button