Tevgera Biden ya li ser dîka axaftinê bo rojeva medya civakî

Li bajarê New York yê Amerîka konfransek derbarê tenduristiyê de hat lidarxistin.
Tevgera Serokê Amerîka Biden ya piştî axaftinê bû rojeva medya civakî.

Serokê DYA Joe Biden beşdarî konferansa “Global Fund” ya ku ji bo têkoşîna li dijî AIDS û malaria (ta) a li New Yorkê hat lidarxistin bû.

Di civînê de Biden soza alîkariya 6 mîlyar dolar ya ji bo têkoşîna li dijî van nexweşiyan da.

Piştî axaftinê dema ku Biden xwest ji ser dika axaftinê dakeve tevgerekî balkêş raber kir.

Ew kêliyên ku bi lez li ser medyaya civakî belav bûn, di demeke kurt de bûn rojev.

Bikarhênerên medya civakî şîrove kirin ku Biden “mejiyê xwe dîsa tevlihev bû.”

Beriya niha jî bo Biden heman nirxandin hatibûn kirin.

Back to top button