Mesrûr Barzanî dîsa dagirkeriya Tirk rewa nîşan da

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê de Serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyên sosret da. Barzanî weke her car dîsa êrîşên dagirkeriyê rewa nîşan da û îdia kir ku ti pirsgirêka Dewleta Tirk bi Kurdan re tune ye. Barzanî dagirkeriya dewleta Tirk ya başûr ji nedîtî ve hat û xwest PKK ji başûrê Kurdistanê derkeve.

Kurd hemû li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê radibin. Kurd diyar dikin ku êrîşên li ser başûr di şexsê gerîla de li dijî Kurdan hemuyan e û hewldana dagirkirina başûrê Kurdistanê ye.

Bi taybetî ji bilî PDK’ê nerazîbûna gel û hêzên başûrê Kurdistanê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk roj bi roj zêde dibe.

Lê tevî vê rastiyê jî rayedarên PDK’ê di nava hewldanên rewakirina van êrîşên dagirkeriyê de ne.

Derbarê êrîşên dagirkeriyê de serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji El Cezîrê re axivî daxuyaniyên sosret dan.

Barzanî dîsa weke her car PKK tawanbar kir û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk rewa nîşan da.

Barzanî weke ku başûr ne Kurdistan e bi zimanê dewleta Tirk xwest PKK ji başûrê Kurdistanê derkeve.

Mesrûr Barzanî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên di dema referandûma serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê de ji nedîtî ve hat û îdia kir ku ti pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re tune ye û tenê pirsirêk bi PKK’ê re ye.

Back to top button