Aliyên Lîbî 15’ê Cotmehê li Cinêvê dicivin

Ji bo gihîştina lihevkirinekê 15’ê Cotmehê, aliyên Lîbî li Cinêvê dicivin.
Serokkomarê Misirê Ebdul Fetah El-Sîsî jî, soza destekdayîna Lîbiya li dijî destwerdanên derve da û teqez kir ku ew rê nadin ti aliyekî ku xêzên sor li Lîbyayê derbas bike.

Çavkaniyên Lîbî eşkere kirin ku civîna Cinêvê ya ji bo Lîbyayê wê 15’ê Cotmehê, bi beşdariya 80 kesayetên Lîbî ji hemû aliyan, were lidarxistin.

Hat ragihandin jî ku di vê civînê de, wê 13 parlementer ji Parlemana Lîbî û 13 ji Meclîsa Dewletê jî beşdar bibin.

Li gorî çavkaniyan, di civîna Cinêvê de, dê dosyayên jinûve avakirina Meclîsa Serokatiyê û avakirina hikumeteke serbixwe, li ser maseya danûstandinan bin.

Li gorî agahiyan, di navbera aliyên Lîbî de, nakokî li ser rêjeya nûnertiyê, her wiha li ser rêjeya beşdariya li Cinêvê jî hene.

Berya destpêkirina civînên Cinêvê, aliyên Lîbî li ser pêkanîna hilbijartinên serokatî û parlemanî di dema 18 mehan de, li gorî destoreke nû ku wê li ser were lihevkirin, li hev kiribûn.

Sîsî: Em rê nadin xetên sor li Lîbyayê werin derbaskirin

Serokkomarê Misirê Ebdul Fetah El-Sîsî jî soza destekdayîna Lîbiya li dijî destwerdanên derve da.

Sîsî diyar kir ku Misir rê nade ti aliyekî ku xetên sor li Lîbyayê derbas bike.

Serokkomarê Misirê di civîna 75. komeleya giştî ya NY axivî û got:

Cihê xemgîniyê ye ku civaka navnetewî, çavê xwe ji destwerdanên derve û destekdayîna darayî û ya çekan bo terorîstan, li deverên weke Lîbya û Sûriyê, bigire.

Sîsî diyar kir ku aloziya li Lîbyayê bandorê li tevahiya herêmê û dewletên cîran û aramiya navdewletî dike û teqez kir ku Misir piştgiriyê dide pêvajoya siyasî ji bo bidawîkirina aloziya li Lîbyayê.

21’ê Tebaxê, Hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ku Tirkiyê desteka wê dike, agirbesteke yekalî li tevahiya Lîbyayê ragihand û pêvajoyeke siyasî di navbera aliyên Lîbî de dest pê kir.

Back to top button