Efxanistan..Zanîngehên dewletê deriyê xwe vekirin, xwendekarên keç wê cuda dersê bibînin

Li Efxanistanê bi serdema Talîbanê re, cara yekem deriyê zanîngehên welat hatin vekirin. Li gelek parêzgehan zanîngehan deriyê xwe vekirin. Xwendekarên keç jî wê perwerdê cuda bibînin.

Li Efxanistanê, zanîngeh di nava şert û mercên ji aliyê Talîbanê ve hatine diyarkirin, deriyê xwe li xwendekaran vekirin.

Rayedaran ragihand ku li eyaletên Lagman, Kandahar, Nimroz, Farah û Helmandê zanîngeh deriyê xwe vekirine.

Li deverên din jî wê heta dawiya vê mehê zanîngeh bên vekirin.

Rayedaran her wiha diyar kirin ku çend xwendekarên jin ên ku wê perwerdehiya xwe bidomînin wê dersan cuda bibînin.

Ajansa nûçeyan a AFP’ê ragihand ku komeke biçûk a xwendekarên keç ên bi burqa yên li ber deriyê Zanîngeha Nangarharê ketine hindir.

Hat dîtin ku xwendekarên mêr ên ku bi teksî û otobusan hatin kampusê cil û bergên gelêrî li xwe kirin.

Hat ragihandin ku beşdarbûn kêm bû û ketina saziyê di bin çavdêriya leşkerên Talîbanê yên bi çekên giran de pêk hat.

Di vê navberê de, destûr nehat dayîn ku rojnameger bikevin kampusa zanîngehê.

NY: Ji bo naskirina Talîbanê vekirina zanîngehan girînge

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganîstanê vekirina zanîngehan wekî “gaveke girîng” ji bo misogerkirina ku perwerde ji bo hemûyan wekhev tê dayîn binav kir.

Talîban li dijî perwerdeya jinan dernakevin, lê dixwazin ders ji hev bên veqetandin û mufredata perwerdeyê li ser esasên îslamî be.

Talîbanê ku li ser jinan qedexeyên tund danî û derfetên kar jî bisînor kirin, ragihand ku wê hemû dibistanên keçan di dawiya meha Adarê de vebin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di serdana şandeya Talîban ya bo Ewropa de, mijarên sereke parastina mafê mirovan ya li welat bû.

Back to top button