Myanmariyan artêşa darbekar bi bêdengiyê şermezar kirin

Salek di ser darbeya leşekrî ya li Myanmarê re derbas bû.
Darbeya ku 1’ê Sibata 2021’an li welat pêk hatî, di salvegera wê de bêdengî serwer bû. Myanmariyan bi bêdengiya xwe, darbe şermezarkirin.

Doh kolanên Myanmarê ji her demê zêdetir bêdengtir bûn.

Myanmariyan vêcarê çalakiya xwe ya li dijî artêşa darbekar bi bêdengiyê nîşan dan.

Lê tevî vê, li bajarê Yangonê komek Myanmarî li kolanan bûn.

Ji derveyî vê komê hema bêje li bajar bêdengiyek zêde serwer bû.

Di xwepêşandanên nava salê li dijî darbeyê pêk hat de bêtirî 1,300 kes hatin kuştin û 10 hezar kes jîhatin binçavkirin.

Meha borî, seroka welat a bi darbeyê ji kar hatî girtin Aung San Suu Kyi bi îdiaya sorkirina gel ji xwepêşandan û binpêkirina tevdîrên Covid-19″an 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Back to top button