Li Yemenê di kemîneke artêşê de hin ji hêzên Hûsiyan hatin kuştin

Li eniya Selib a Mûdîriyeta Nehem a li rojhilatê Sen’aayê, jimarek ji hêzên Hûsî bi top û guleyên artêşa Yemenê hatin kuştin.

Navenda ragihandinê ya artêşa Yemenî bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşê, li eniya Selib, kemînek ji girûpeke hêzên Hûsî re danî û di encamê de çend çekdarên hêzên Hûsî hatin kuştin û birîndarkirin, û yê mayî jî reviyan.

Her wiha artêşê, jimarek çekên sivik û navîn û tibabeke cebilxane desteser kirin.

Di heman çarçoveyê de, koalîsyona Erebî, jimareke çete ku berê wan li eniya Nehem bû, bombebaran kir.

Di demeke berê ji meha Îlonê de, artêşa Yemenî, kuştina 35 çekdarên Hûsî, tevî rûxandina jimareke maşîneyên wan, li herêma Cefra ya li mûdîriyeta Nehem, ragihandibû.

Back to top button