HPG’ê Li Zap û Metîna 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Şêrê li Başûrê Kurdistanê bi hemû dijwariya xew dewam dike.
Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker xistin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 2 gerîla jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 21’ê Îlonê li Qada Çemço ya girêdayî herêma Zapê di encama çalakiya tîmên bi tevger a bi çekên giran de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Heman rojê li Girê Şehîd Adil a bi ser Çemçoyê, di çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de 2 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 21’ê Îlonê li Girê Cûdî tîmên bi tevger yên YJA Starê bi çekên giran li hêzên dagirker xistin.

Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin, dagirkerek birîndar bû û çeperek jî hate rûxandin.

Dîsa heman rojê li Girê Cûdî di çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi obusan qadên gerîla bombebarankirin.

Li aliyê din HPG’ê têkildarî Pêngava Egîdên Botanê ya Şehîd Şervan û Şehîd Diljîn de ev agahî parve kir;

“Hêzên me 7’ê Îlonê li derdora gundê Serdehlê ya girêdayî Qada Cûdî li hêzên dagirker xistin.

Di encama vê çalakiyê de hejmareke zêde leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn.

Heman rojê li Qada Mistê Elî ya girêdayî Cûdî di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar qewimî û dijmin ew qad bi dijwarî bombebaran kir.

Di encama şer û bombebaranê de hevrêyên me Ezda Meşkan û Mahir Başkale ku heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin, şehîd bûn.”

Back to top button