Asayîşê li Til Hemîsê erebeyeke bombebarkirî ya şaneyên DAIŞ’ê bêbandor kir

Hêzên Asayîşê li Til Hemîsê erebeyeke bombebarkirî ya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bêbandor kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundekî navçeya Til Hemîsê erebeyeke bombebarkirî bêbandor kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

Di çaroçveya têkoşîna hêzên me ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, agahî gihişt destê me ku şaneyên DAIŞ’ê erebeyeke bombebarkirî li gundê Qeyrewan yêTil Hemîsê amade dikin.

Hêzên me bi operasyoneke hevbeş bi hêzên leşkerî re bi ser cihê erebeya bombebarkirî lê tê amadekirin de girtin.

Tîmên me ên pispor xezana ku 200 KG madeyên teqemenî dagirtî bû bêbandor kirin.”

Duh jî hêzên Asayîşê bi operasyonekê planeke êrişê ya çeteyên DAIŞ’ê ku a bi erebeyên bombebarkirî dijî Kampa Holê têk bir û 3 çete hatin kuştin.

Back to top button