MSD: divê civaka navnetewî gavên pratîk bavêje

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Bajarê Qamişlo civînek çapemeniyê li dar xist.
MSD’ê sûcên mirovahiyê yê dewleta tirk li dijî sivîlan dike bi wêne û belge nîşan dan û bang li şandeyên pispor û saziyên navnetewî kir ku belgeyên sûcên ku pêk hatine kom bikin û lêpirsîn bikin.

Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê li Parka Xwendinê ya Çandê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de Hevseroka MSD’ê Emîne Umer, sûcên şer û binpêkirinên dewleta Tirk yên di şerê li dijî Başûr û Rojavayê Sûrî de kirine bi belgeyan nîşan da.

Hevseroka MSD’ê Umer diyar kir, tevî ku ji bo rawestandina êrîşan agirbest hatiye îlankirin, dewleta Tirk vê agirbestê bin pê dike û heta niha êrîşên xwe yên li ser Serê Kaniyê, Girê Spî û hin deverên din didomîne.

MSD’ê da zanîn ku di encama êrîşên dagirker ên dewleta tirk a li ser herêmê, di nav 11 rojan de bi giştî herî kêm 22 zarok 235 sivîl şehîd ketine û 677 kes jî birîndar bûne.

Her wiha raporên tenduristiyê îşaret pê dikin ku hin rewşên şewatê hene ku ne nas in, divê ji aliyên navdewletî yên pispor bi çekên qedexekirî ve bên lêpirsînkirin.

MSD’ê ji aliyekî din ve diyar kir ku ji roja destpêkê ya êrîşan û heta niha nêzî 300 hezar şênî ji gund, bajarok û bajarên xwe koçber bûn.

Meclisa Sûriya demokratîk ragihand ku dewleta tirk bi êrîşên xwe binesaziya herêmê jî dike hedef, ev yek jî herêmê ber bi kerasetek mirovî ve dibe.

MSD’ê di dawiya civîna xwe de spasiya helwestên navdewletî yên derbarê êrîşên dewlta tirk ve kir û ev bang kir.

Divê her kes bi erkê xwe derbarê vê karasera mirovî ve rabe

Çavdêrên navdewletî ji bo parstina ragihandina divê çavdêr bin.

Şandina şandeyên pispor da ku sûcên bibelgekirî û yên ku raporên Rêxistina Efû ya Navdewletî weşandine, lêpirsîn bike.

Diyarkirina berpirsiyarên komkujiyan û sûcdarê kuştina şehîd Hevrîn Xelef û gelek sivîl û çalager de pêk anîne.

Vekirina korîdora mirovî ya daîm li Serê Kaniyê.

Divê rêxistinên navdewletî ji nû ve karmendên xwe bişîne û berpirsiyartiya 300 hezar koçber bikin.

Leave a Reply

Back to top button