WHO: Em li ser çend tecrubeyên derzîkirinê dixebitin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) diyar kir ku ew li ser heft, heşt derziyên dijvîrûsa Corona kar dikin. 

Rêxistina WHO destnîşan kir ku ew niha li ser çend tecrubeyên derzîkirinê dixebitin û ji wan heft, heşt heb baş in.

Rêxistin, niha giraniyê dide çend tecrubeyan û dibe ku encamên baş ji wan derkevin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî diyar kir ku “bi alîkariya 7 milyar û 400 milyon Euroyî ku beriya hefteyekê rêveber, rêxistin û bankên 40 welatan soza wê dabûn, karê xwe zêde kirine”.

Back to top button