Li Derya Ege, trajediya koçberan hebû. Li derya Egeyê keştiyek koçberan noqî avê bû, cenazeyê 2 koçberan piştî lêgerînê hate dîtin.
Carek din keştiya penaberan û mirina koçberan.
Li derya Egeyê, li peravên navçeya Ûrla ya Îzmîrê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû.
Ji koçberên di keştiyê de 24 kesan xwe rizgar kirin, lê belê 2 kes winda bûn.
Hate ragihandin ku di encama lêgerînê de cenazeyên herdu koçberan hatine dîtin.
Cenaze birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Seferîhîsarê.