Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne îstîfa kir

Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne îstîfa kir.
Sedema îstîfayê yasayên koçberiyê tê nîşandan.
Heya diyarkirina serokwezîr ê nû wê erka xwe bidomîne.

Daxuyaniya ku Qesra Elysee hat dayîn Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne ji erka xwe îstîfa kiriye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îstîfayê wê qebûl kir.

Macron di malperê xwe yê medya civakî de ji ber xebatên xwe yê mînak spasiya borne kir.

Elisabeth Born di Gulana 2022’yan de erka xwe yê serokweziriyê pêk tanî.

Tê payîn Serokkomar Macron demeke kin serokwezîrê nû diyar bike.

Ji ber yasayên ku koç û koçberiyê zehmet dike li Fransayê nîqaş derketibû.

Macron li Meclisa Netewî nikaribû yasayê derbas bike, pêwîstiyê wî ji dengên muxalefetê hebû.

Ji baskê desthilatdariyê 20 parlamenter dijberî yasaya koçberiyê dengê xwe kar anî, 17 jî bê alî mabûn.

Piştî pejirandina yasaya koçberiyê Wezîrê Tenduristiyê Aurelien Rousseau îstîfa kiribû.

Li gorî anketên dawî dengên partiyê Macron li hemberî dengê rastgir Marine Le Pen li paş maye.

Back to top button